Parêzerên Îranê: Rejîma Îranê bi guleyan bersivê dide xwepêşanderan

Parêzerên Îranê diyar kir ku hêzên Îranê bi guleyan êrîşî xwepêşanderan dikin û bang li baro û rêxistinên hiqûqê li Îranê kirin ku li hemberî binpêkirinan bêdeng nemînin.

Têkildarî xwepêşandar û binpêkirinên mafan yên rejîma Îranê li dijî xwepêşanderan dikin 20 parêzerên Îranê peyamek da.

Di peyamê de hate diyarkirin ku di xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de hêzên rejîma Îranê bi guleyan êrişî xwepêşanderan dikin û di encamê de gelek welatî hatine kuştin û birîndar bûne.

Di dewamê de hate ziman ku ev binpêkirina eşkere ya li dijî mafê jiyînê û kombûna aştiyane ye û ev hate gotin: “Li gorî yasaya navxwe û navneteweyî ev sûcekî mezine.”

Di peyamê de êrÎşa li dijî xwepêşanderan hate şermezarkirin û ev bang hate kirin: “Em bang li Sendîkaya Parêzeran û Rêxistinên yasayî û pîşeyî dikin ku li hemberî van binpêkirinên belav dibe, ji bo parastina mafê gelê Îranê xemsar nêzîk nebin.”

Navê kesên îmzeya xwe danî binê peyamê ev in:

Ferzane Zîlebî, Mihemed Seyf Zade, Remezan Hacî Meşhedî, Elî Şerîf Zade, Ezîta Poladuwed, Hoşeng Letîfî, Poya Şoqî, Ferşîd Cîhadî, Emîr Mehdî Pûr, Elî Herîsçî, Sara Qureyşî, Macîde Buzorgî, Îman Suleymanî, Merziye Muhebî, Mehmûd Terawtiroyî, Seîd Dîqan, Mehr Angîzkar, Bêhnam Darayî Zade, Mihemed Polyayefer û Nazlî Sedîqî.